PeyamaKurd - Rojnamegerê Iraqî Muntazar ez-Zeydiyê pêlav avêtibû Serokê berê yê Amerîkayê George W. Bush û hatibû naskirin, li welatê xwe di hilbijartinên giştî yên 12ê Gulanê de namzed e.
Zeydî diyar kir ku di hilbijartinê da ew ji xwe bawer e û wiha got, "Ez li pey guhertinê me, çi gef û gur ne di xema min de ne."
Zeydî pêlav avêtibû Bushê ku ji bo seredana fermî li Iraqê bû û li Bexdayê bi Serokwezîrê serdemê Nûrî el-Malikî re civîna çapemeniyê li dar xistibû. Zeydî ji wê demê vir ve ji ber tirsa kuştinê, li derveyî Iraqê dima. Ji ber ku di hilbijartinê de wekî namzed hat nîşandan vegeriya Bexdayê.
Zeydî ji lîsteya Saîrûn ku serokê şîe Muqteda es-Sadr pêşengê wê ye û di navê de namzedên lîberal jî hene, tevlî hilbijartinê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin