PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump di civîna Yekîtiya Sîlih ya Netewî (NRA) de ku li Indianapolisê hat kirin axifî. Di axaftina xwe de ragihand ku wê ji Peymana Navdewletî ya Bazara Sîlih vekişe. Di pey de serokê meclisa temsîlkaran Nancy Pelosi di ser hesabê xwe yê civakî de biryara Trump rexne kir. Rexna Pelosi weha ye:
“Vekişîna Amerîkayê ji peymana kontrola sîlihan, xistina milletê me ya rîskê ye û dinyayê dike ciyeka talûketir.”
Trump bi ragihandina vekişîna ji peymana sîlihan ya Netweyên Hevgirtî nesekinî û biryara betalkirina peymanê îmze jî kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin