WHO û Trump li dijî hev peyaman didin

WHO û Trump li dijî hev peyaman didin

PeyamaKurd- Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê WHO û serokê Amerîkayê Donald Trump di mijara jêdera vîrûsa koronayê de li dijî hev tiştan dibêjin. Trump ragihandibû ku Kovid-19 ji labaratuvarê derketiye lê WHO dibêje ku jêdera wê xwezayi ye.

Rêvebirê giştî yê WHO yê Tedros Adhanom Ghebreyesus li Cenevreyê bi rêya vîdeoyê konferanseka çapemeniyê lidar xist û weha got:

“Halê tenduristiya dinyayê bi temamî di rewşeka awarte de ye û tirsa me ew e ku kovid-19 li welatên qels belav bibe.”

Rêvebirê WHO yê di mijara birîna fona alîkariyê ji aliyê Amerîka de got ku ew bi Amerîkayê re di nava tekiliyan de ne û bi hevre dixebitin.

WHO yê dubare kir ku Kovid-19 xwezayi ye û ne ji labaratuvarê belav bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin