PeyamaKurd - Li Brîtanyayê wezîrekî din ji ber dijberiya xwe ya li dijî rêkeftina Brexit a cudabûna ji Yekîtiya Ewropayê (YE) ji hikûmeta Brîtanyayê îstifa kir.
Hejmara meha Tîrmeha 2018an hejmara wezîrên bi heman sedemê li Brîtanyayê karvekêşana xwe dane bû 10 kes.
Wezîrê Berpirsê Zanîngeh û Zanistan a Hikûmeta Brîtanyayê Sam Gyimah ku herî dawî îstifa kir peyamek weşand û tê de got, “Piştî lêhurbûneke baş min biryar da ku ez nikarim piştevaniya rêkeftina Brexitê ya hikûmetê bikim.”
Kabîneya Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May beriya dengdana Brexitê ya 11ê Berfanbara 2018an diheje ku pesendkirina peymana Brexit a ligel YEyê wekî îhtimaleke biçûk tê dîtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin