PeyamaKurd - Çekdarên Muxalefeta Sûriyê ku di bin sîbera Artêşa Tirkiyê de tevdigerin li ser talankirina malên welatiyên Efrînê li Rojavayê Kurdistanê berdewam in.
Di dîmenên ku ji çavkaniyên herêmî hat parve kirin de diyar dibe ku çawan çekdarên muxalefetê li Efîrnê malên welatiyên sivîl talan dikin.
Çekdarên muxalefeta Sûriyê li gundê Kotanlî ku bi ser Efrînê ve ye derbasî nav malên xelkê dibin û kelûpelên wan ji xwe re dibin û talan dikin.
Ji dema kontrolkirina herêma Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û Çekdarên Muxalefeta Sûriyê ve, çekdarên Muxalefeta Sûriyê gelek ziyan gihandine welatiyên vê herêmê û dukan û malên Kurdên Efrînê talan kirine, ku wêne û dîmenên wan kiryarên çekdarên muxalefetê di medyayên herêmî û cîhanî de jî hatine belavkirin.
Artêşa Tirkiyê û opozisyona Sûriyê ji roja 20ê Çileya 2018an ve operasyonek bo ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kiribûn û di 18ê Adarê de jî navenda bajarê Efrînê xistibûne bin kontrola xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin