Serokê Amerîkayê Donald Trump, McMaster ji wezîfê derxist û ji bo Şêwirmendiya Ewlehiya Netewî ya Qesra Spî, John Bolton tayîn kir.
John Bolton wekî dostê Kurdan tê naskirin û berî Referandûma Êlûnê jî ji bo Kurdistan û Referandûmê piştgiriya xwe nîşan dabû.
John Bolton gelek caran ji bo Kurdan û Serxwebûna Kurdistanê piştgiriya xwe eşkere kiribû û gotibû ku divê êdî em dengê Kurdan bigihînin hemî dinyayê. Divê êdî Kurd jî dewleta xwe ava bikin. Ev bi qasî her kesî mafê Kurdan e jî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin