Namzetê serbixwe Kennedy ji bo Trump vekisiya

Namzetê serbixwe Kennedy ji bo Trump vekisiya

PeyamaKurd – Namzedê serbixwe Robert F. Kennedy Jr ragihand ku ew xwe ji pêşbirka serokatiya Amerîkayê vedikişîne. da zanîn ku ew ê di hilbijartinên serokatiyê de piştgiriyê bidin namzetê Komarî Donald Trump.

Di dema ku jimartina berevajî ya hilbijartinên serokatiyê yên ku wê di 5ê Mijdarê de li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bên kirin berdewam dike, namzetê serbixwe yê serokomariyê Kennedy di civîneke çapemeniyê de li Phoenix ragihand ku ew xwe ji pêşbirkê vedikişîne.

Kennedy di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku çawa ew bi eslê xwe Demokrat bû, lê di Cotmeha borî de ji ber rênîşandan û pratîkên partiyê ji partiyê derket û çima biryar da ku wek serbixwe bikeve pêşbirkê.

Kennedy tekez kir ku ew bi tundî li dijî wê yekê ne ku Amerîka bikeve şerên bêdawî û bi taybetî şerê Ukraynayê û diyar kir ku Trump bi biryar e ku vî şerî bi dawî bike û got, “Trump dibêje ew ê danûstandinên bi Pûtîn re ji nû ve destpê bike ji bo ku şer bi dawî bibe gava ku wî dest bi wezîfeyê kir ev bi tena serê xwe bes e ji bo rewakirina piştgiriya min ji bo kampanyaya wî.”

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin