PeyamaKurd – Li ser rêya Mêrdînê û Diyarbekirê li gundê Xanika Jorîn (Yukarıkonak) otomobîlekî li traktorê xist û 2 kesên di otomobîlê de mirin ku yek ji wan zarok e. 3 kesên din jî di qezayê de birîndar bûn.
Di qezayê de kesên di otomobîlê de; Miran K. (1) û Büşra S. (23) jiyana xwe ji dest dan, Mahmutcan A. (20), Kerim E. (18) û Burcu S. (18) birîndar bûn.
Li ser rûdanê tîmên 112an yên tenduristiyê, polîs, cendirme û îtfaiye çûn ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Mêrdînê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin