PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê li ser rêya bajêr û navça Oltuyê, li ser rêya ku xebat lê dihat kirin, qeza kir û ji jor de ket kûrahiya rê. Di encamê de 3 kesên di otomobîlê de bûn, mirin.
Tîmên tendursitiyê, cendirme û îtfaiye çûn ciyê qezayê lê her sê kesên di otomobîlê de bûn can dabûn.
Esas otomobil bi awayekî ji dest hilata ajotvan dertê û qeza dike. Kesên di otomobîlê de can dane Canpolat K., Ahmet Emin Ö. û Yiğit Can Ç. ne. Cenazan ji otombîlê derxistin û ji bo otopsiyê birin morga nexweşxanê.
Cendirme li ser qezayê lêpirsînê dike.