Belçîka li rêyekê digere ku Herêma Kurdistanê ‘Akrep’ radestî wan bike

Belçîka li rêyekê digere ku Herêma Kurdistanê ‘Akrep’ radestî wan bike

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku Wezareta Dadê ya Belçîkayê li rêyên yasayî digere ji bo radestkirina Barzan Kemal Mecîd bi navê kod “Akrep” ku vê dawiyê li Herêma Kurdistanê hatiye girtin.

Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Herêma Kurdistanê, roja 12ê Gulanê ragihandibû, ku li ser daxwaza Înterpolê, Barzan Kemal Mecîd bi nasnavê Akrep, ku tê gotin mezintirîn bazirganê mirovan li Ewropayê ye, hatiye girtin.

Tê bawer kirin ku Mecîd tevî çeteyên xwe, di navbera 2016 û 2021 de piraniya bazirganiya mirovan di navbera Ewropa û Keyaniya Yekbûyî de kontrol kiriye.

Akrepê ku li Ewropayê; li Îngilîstan, Fransa û Belçîkayê biryara girtinê di derbarê wî de hatibû derxistin, reviya.

Dadgeha Belçîkayê, ku ew di nebûna wî de didarizand, ew bi 121 sûcên qaçaxçiya mirovan mehkûm kir. Di biryarê de di Cotmeha 2022an de 10 sal cezayê girtîgehê û 10 mîlyon euro ceza pere lê hat birîn.

Hat zanîn ku Wezareta Dadê ya Belçîkayê ji bo Herêma Kurdistanê mecîd radest bike, li rêyên yasayî digere.

Serdozgera Wezareta Dadê Anne Kulowiak got ku di navbera Belçîka û Iraqê de derbarê radestkirina sûcdaran de ti rêkeftinek tune ye, lê "ew dixebitin ku rêyek qanûnî ya guncaw bibînin" ji bo vê yekê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin