PeyamaKurd - Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Perwîn Buldan, ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê bang li Hikûmeta Tirkiyê kir.
Perwîn Buldan di civîneke rojnamevanî de, rexne li astengkirina hevdîtinên Abdullah Ocalan û parêzerên wî kir û got: Ocalan di nav tenêhiştineke dijwar de ye û cezayê tenêhiştinê tawaneke mirovî ye û nabe Ocalan bê cezakirin.
Buldan bang li Hikûmeta Tirkiyê kir, ku divê caraeke din danûstendin li gel Ocalan bên kirin û got: Kirîz û aloziyên Tirkiyê, bi riya danûstendinan li gel Ocalan, tên çareserkirin.
Duh dadgeha Bursayê, heya 6 mehan hevdîtinên Ocalan û parêzerên wî qedexe kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin