PeyamaKurd- Amerîkayê muttefîkên xwe hişyar kirin û ji wan re got ku êdî heta meha mijdarê kirîna neftê ya ji Îranê bidin sekinandin. Niha Tirkiye nîvê nefta xwe ji Îranê dikire. Ev biryar wê li ser Tirkiyê jî bandorekê çêbike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump meha bûrî dewleta xwe ji peymana Nuklerî ya bi Îranê re kişand. Piştî vê yekê, ambargoya li ser Îranê her roj zêdetir dike. Vê carê Amerîkayê muttefîkên xwe hişyar kirin û ji wan re got êdî neftê Îranê bes bikirin. Erkdarekî Amerîkî ku naxwaze navê xwe bide got ku em hêvî dikin ku heta meha Mijdarê muttefîkên me bazara xwe ya bi Îranê re xilas bikin.
Li hemberî vê alternatîfê Amerîka wê li Rojhilata Navîn li alternatîfên cuda bigere. Ji bo vê yekê di van nêzîkan de hinek zîyaret wê bêne kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin