Tirkiye ji xaleke din a ku hêzên rejîmê dorpêç kiribû vedikise

Tirkiye ji xaleke din a ku hêzên rejîmê dorpêç kiribû vedikise

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku artêşa Tirkiye li Idlîbê ji xaleke din a çavdêriya leşkerî vedikişe ku ji ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatiye dorpêçkirin vedikişe.

Hat diyarkirin ku artêşa Tirkiyê li Idlibê xebatên vekişandina xala çavdêriyê ya herî mezin Morekê jî temam kirine û beriya niha jî li dorûbera Helebê xaleke xwe vala kiribû. Niha jî Tirkiye amadekariyê dike xaleke din a çavdêriyê ku di bin dorpêça hêzên rejîmê de maye vala bike.

Tê gotin ku sedema bilez vekişandina hêzên xwe ji wan herêman, êrîşên balafirên Rûsî ne ku digel hêzên rejîmê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê bombebaran dikin.

Ji ber xerabûna têkiliyên Rûsya-Tirkiyê bi sedema şerê Qerebaxê û şandina çekdaran ji aliyê Tirkiyê ve, guvaşa Rûsyayê li ser hêzên Tirkiyê ku li dorûbera Idlibê dimînin zêde bûye û herî dawî hefteya borî di bomberana rûsî de bêhtirî sed çekdarên nêzîkî Tirkiyê hatibûn kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin