Wezîrê Berevaniya Çînê: Eger Taywan serxwebûna xwe ragihîne em ê bê dudilî ser ragihînin

Wezîrê Berevaniya Çînê: Eger Taywan serxwebûna xwe ragihîne em ê bê dudilî ser ragihînin

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Çînê Wei Fenghe bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin re civiya û di civînê de Fenghe diyar kir: “Eger Taywan serxwebûna xwe ragihîne, em ê bê dudilî şer ragihînin.”

Wezîrên Berevaniyê yên Amerîka û Çînê, do Îniyê li Lûtkeya Berevaniyê ya Sîngapurê, yekemîn car rû bi rû civiyan. Waşîngton Çîn bi hewldana guhertina helwesta Taywanê tohmetbar dike, lê Çîn dibêje, Amerîka hewl dide aloziyê li herêmê çêbike.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Çînê Wu Qian destnîşan kir, Wezîrê Berevaniya Çînê Wei Fenghe di hevdîtina bi Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin de jê re gotiye: “Eger Taywan serxwebûna tevahî ragihîne, Pekîn wê bê dudilî şer ragihîne.”

Wu Qian da zanîn, Wezîrê Berevaniyê yê Çînê Wei Fenghe ji Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin re eşkere kiriye û gotiye: “Em ê her hewldanek ji bo Taywanek serbixwe têk bibin û yekser dest bi yekkirina welatê xwe bikin.”

Di berdewamiyê de Wezîrê Berevaniyê yê Çînê diyar kiriye: “Taywan milkê Çînê ye û bikaranîna Taywanê ji bo serweriya Çînê wê ne pêngavek serkeftî be.”

Herwiha Wezîrê Berevaniya Amerîkayê daxwaz ji hevtayê xwe yê Çînî kiriye ku liv û tevgerên xwe yên leşkerî li derdora Taywanê bi dawî bînin, ji ber ku li gor Pentagonê, tevgera leşkerî ya Çînê nîgeraniya li ser ewlehiya Taywanê çêkiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin