PeyamaKurd – Piştî serokê Tirkiye Recep Tayip Erdoğan seredana Erebistana Sa’ûdiyê kir, ji wê derê çû Misrê bi serokê Misrê Abdulafettah Sisi re civiya û di wê çarçoveyê de wezîrê tenduristiya Tirkiyê Kemal Memişoğlu û wezîrê tenduristiyê û nûfûsê yê Misrê Xalid Abdulaxefar di seha tenduristiyê de peymanekî îmza kirin.
Di merasima îmza peymanê de Erdoğan û Sisi jî amade bûn. Peyman di çarçoveya GLP, GCP, GMP û GPvP de hat kirin.
Li gor peymanê; wê di navbera her dû welatan de, konferansên zanistî û praktîkî, sempozyûm, semîner û forûm bên kirin. Mijarên li ser wan li hev kirine, dê di wan sehayan de, bo şiyanan pêşde bibin, dê xebatan bikin û di platformên navdewletî de koordînasyonê bikin.