Vîrusa xebîs li seranserê Kubayê belav bû û goristan ji miriyan tije bûn

Dîroka Weşanê :
Vîrusa xebîs li seranserê Kubayê belav bû û goristan ji miriyan tije bûn

PeyamaKurd – Li welatê Kubayê vîrusekî ku navê nayê zanîn, di nav xelkê de belav bûye û gelek kes ji berê mirine û nexweşxane jî tije nexweşên wê vîrusê ne.

Tê gotin ku nexweşîn an vîrus, 1/3a milletê nexweş xistiye û xelkê perîşan kiriye. Goristan tije mirîne, di nexweşxana de cîh nemaye û nexweş li erdê tedawî dibin.

Ji ber vîrusa Kubayê, dinya jî ketiye nava hawarê û tedbîrên xwe distîne. Ji 17ê meha borî heya niha 52 kes ji ber vîrusê mirine ku piraniya wan zarok in.

Li gor rêjeyên fermî, niha li Kubayê 38 hezar nexweş hene ku bi vîrusê ketine. Navenda bergiriyê û kontrola nexweşînê (CDC) ragihand ku divê mudaxeleyê bi vîrusê bikin.

Nîşanên nexweşîna vîrusê; agirê zêde bilinde, di çerm de sorahî û qeşartin heye, di mafsalan de werm çêdike, vereşîn û şelbûn heye. Li Kubayê sîstema tenduristiyê roxiyaye, birîna elektrîkê heye, derman kême û nexweşxane tijene.

Li gor nûçeya di The Sun ê de; kêmasiya avahiyên bingehîn di belavbûna nexweşînê de lezê didê. Palandina avê rawestiyaye û di kolanan de gilêş gelek zêde ne. Birîna elektrîkê dermankirina kolanan kêm dixe, kêmasiya dermanan û dermanê mêşan ber li têkoşîna bi nexweşînê re digre.

Doktor dibêjin ku ev Kombo Vîrus ji 6 nexweşînên ku gihane hev pêk tê. Di nava nexweşînan de vîrusên Humma Dangê, Oropouche û Chikungunya hene û ji bilî wan jî H1N1 influenza, vîrusa nefesê ya sinsityal (RSV) û weka Covid-19ê enfeksiyonan nefesê jî hene.

Piştî nexweşîn li Girava Kubayê belav bû 3 meh di şûnde qebûl kir ku belavbûna nexweşînê heye. Gelek Kubayî dibêjin ku dewlet nexweşînê vedşêre û rêjeyên dewletê ji rastiyan dûr e.