PeyamaKurd – Lêkolînekî nû derket ortê ku kesên asta vîtamînên A û D bilind bin, bi taybetî ji bo zarokên bi nexweşîna astimê û ji bo fonksiyonên kesên mezin baş e. Pispor dibêjin ku delîlên hatine dîtin hêviyê didin lê ji bo bigihên encamên baştir pêdivî bêhtir bi lêkolînan heye.
Li Brîtanyayê bi milyonan kes nexweşên astim, xirexira singî, tengasiya nefesê, kuxik û givaşa singî ne. Her çendîn dermankirina van nexweşînan nîne jî bi derman, guherîna terzê jiyanê, dikarin van nexweşînan bixin bin kontrolê.
Lêkolînerên nexweşxana Brigham and Women's ku navenda wê Boston a DYAye ye, bandora vîtamînên A û D yê ya li ser astimê bi berfirehî vekolan.
Li gor agahiya di rojnama Independent Türkçe de, di çarçova lêkolînê de di xebatên cuda ku li Kosta Rika û DYAyê meşandin, doneyên bi dest xistin analiz kirin. Lêkolînan li ser 2 hezar zarok û mezinan kirin. Asta vîtamîn A û Dyê bi fonksiyonen pişikê re qiyas kirin.
Xeletiya ku dihat zanîn îsbat kirin: Tava Havînê ji vîtamîna D re çare ye. Li gor encama lêkolînan; kesên asta vîtamîna A yê bilindin, zarokên astıma wan heye û mezinên arîşa pişika wan heye, bi bilindahiya asta vîtamîna A yê baştirin.
Di mezinan de kesên asta vîtamîna D ya wan başe, fonksiyonên wan yên pişikê baştirin û nîşaneyên wan yên pîrbûnê kêmtir in.
Berê jî li ser vê mijarê lêkolîn hatibûn kirin lê encama ku gihabûnê, mijar li gor herkesî yek bi yek diguherî. Lewra divê vê lêkolînê bêhtir kûr bikin.
Pisporên ku vê lêkolînê rave dikin, dibêjin ku temamkirina vîtamînan başe lê bi tema serê xwe nikare astimê tedawî bike.