PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî, di gotara xwe ya li bangeşeya ya li Silêmaniyê de diyar kir: “PDKê Silêmaniye ji bîr nekiriye û bi hev re serdikevin.”
Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, di gotara xwe ya li bangeşeya PDKê ya li Silêmaniyê de, di destpêkê de qala bajarê Silêmaniyê kir û da zanîn, wan Silêmaniye ji bîr nekiriye û bi hev re serdikevin.
Nêçîrvan Barzanî eşkere kir, ew gelek ji bajarê Silêmaniyê hez dike, ji ber ku dayika wî xelka Silêmaniyê ye û bapîrê wî û xizmên wî xelkê wî bajarî ne.
Barzanî ji kesên ku beşdarî bangeşeya PDKê bibûn re diyar kir: “Rast e ku hûn xelkê Silêmaniyê ne, lê mafê min jî heye ku bibêjim nîviya min ji Silêmaniyê ye.”
Di gotara xwe de Barzanî tekez kir ku beriya Raperînê jî, piştî Raperînê jî ti caran PDKê zilm û sepandin qebûl nekiriye, lê ji bo Kurdistanekî bihêz, amade ye ku ji pişka xwe bide hevpeymanên xwe.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, niha aliyên Iraqî di dema bangeşeyên xwe de êdî êrîşî Herêma Kurdistanê nakin, da ku dengên zêdetir bidest bixin û wiha pê de çû: “Ji ber ku êdî xelkê Iraqê dizane ku lewaziya hikûmet û hîzban ti pêwendiya xwe bi serkeftîbûna Herêma Kurdistanê ve nîne.”
Barzanî di gotara xwe de eşkere kir, hinek alî êrîşî PDKê dikin, lê ev rêyeke rast nîne û got: “Êdî xelkê Kurdistanê ji wê yekê baş fam kiriye ku ka PDK ji bo xelkê çawa bûye û rola wê di parastina Kurdistanê de çawa bûye. Mirov keviran davêje yên li bilindahiyê, ne ku yên ketine xwarê.”
Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî diyar kir, ew îro çûne Silêmaniyê, da ku ji xelkê Silêmanî, Helebce, Raperîn û Germiyanê re bibêjin ku piştevaniya PDKê bikin, ji ber ku PDK partiya avadanî û parastina Kurdistanê ye.
Di beşeke din a gotara xwe de Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir, PDKê Silêmaniye ji bîr nekiriye û bi hev re serdikevin û da zanîn: “Partî di dema aştiyê de pêşve diçe û bihêz dibe, lewra bihêzbûna Partiyê tê wateya bihêzbûna Kurdistanê. Êdî divê serdema kînê û rikê bê derbaskirin, ji ber ku êdî xelkê navçeyê jî dizane ku ka çi çêdibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin