PeyamaKurd - Desteya Reqabetê ya Îtalyayê bi sedema ku Facebook agahiyên şexsî yên bikarhêneran bêyî haya wan jê hebe, bi awayê ticarî bikar tîne 10 milyon euro ceza lê birî.
Li gor biryarê Facebookê madeyên yasayê yên bendên 21 û 22yê binpê kirine û bêyî ku derhal agadariyê li bikarhêneran bike, agahiyên wan ên şexsî bi mebestên bazirganî bikar anîne.
Desteya Reqabetê herwiha bal kişand ser ku li hember êrîşên sîber û bidestxistina zanyariyên bikarhêneran sîstema otomatîk a hişyarî û agahdarkirinê ya Facebookê nîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin