PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Koye ya Hewlêrê, 7 kesên bi nexweşîya kolereyê ketine hatin tomarkirin.
Berdevkê Tenduristiya Koye, Hawkar Elî eşkere kir ku 7 kesên ku ji ber gumana nexweşiya Kolerayê li nexweşxaneyê hatibûn razandin, testa wan pozîtîf derketiye.
Herwiha Hawkar Elî daye zanîn ku hin kesên din jî bi heman gumanê hatine razandin û testa wan hatiye kirin ku ew niha li benda encamê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin