PeyamaKurd- Konseya Yekîtiya Awrûpayê bi sedema ku hawirdorê Awrûpayê gemarî dikin, çetel, teyfik, kêr, pipet û tiştên weka wan ku tenê bo yek carekî tên bikaranîn, piştî sala 2021an qedexe dike. Qanûna di vê mijarê de hatibû amadekirin ji aliyê konseyê de hat tesdîqkirin.
Li gor konseyê; van alavên han di qerexê behran de tên bikaranîn û der û dorê gemarî dikin. Piştî qanûn hat qebûlkirin, dê di nava 10 salan de van alavan bên civandin. Di nava wan de ji bilî yên li jorê navborî, dê darikên balonan, qabên xidayan, darikên ku pê vexwarin tên lihevdan, di nav Yekîtiya Awrûpa de nên bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin