PeyamaKurd – Berpirsên tenduristiya Iraqê bi fermî ragihandin ku yekem haleta tûşbûna bi vîrusa koronaya nû (covid19) li bajarê Necef ê Iraqê hatiye tomarkirin.
Serokê fermangeha tenduristîya Necefê Dr. Rezwan Kenedî ragihand, yekem haleta tûşbûna bi vîrusa koronayê hatiye tomarkirin û ew kesê tûşbûyî jî kesekî îranî ye û xwendekarê olî ye li Necefê.
Dr. Rezwan Kenedî gotiye, ew kesê Îranî berî qedexekirina hatina hemwelatîyên Îranê bo Iraqê hatîye û niha ew kes hatiye cudakirin û çavdêrîya hûr a pizîşkî ji wî re tê kirin ku di encama pişkîninan de vîrusa koronayê pê re derketiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin