AKP û MHPê lêkolînkirina bûyera avêtina ji helîkopterê red kirin

AKP û MHPê lêkolînkirina bûyera avêtina ji helîkopterê red kirin

PeyamaKurd - Li parlementoya Tirkiyê bi dengên fraksiyonên AKP û MHPê, daxwaza lêkolînê ya HDPê li ser avêtina 2 welatiyên Kurd ji helîkopterê û mirina yekî ji wan piştî bûyerê, hat redkirin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxwaznameyekê ji parlamentoya Tirkiyê xwest ku komîteyeke lêkolînê ji endamên parlamentoyê bê pêkanîn, da ku li ser bûyera bajarê Wanê ya avêtina du welatiyên Kurd ji helîkoterê ji aliyê hêzên leşkerî ve were lêkolînkirin.

Daxwaza HDPê li parlamentoya Tirkiyê bi dengên parlamenterên MHP û AKPê hat redkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 11ê Îlonê dema operasyoneke leşkerî ya hêzên Tirkiyê li qezaya Şax a Wanê, du welatiyên Kurd bi navên Servet Turgut û Osman Şiban hatibûn girti, îşkence li wan hatibû kirin û piştre jî ji helîkopterê hatibûn avêtin.

30ê Îlonê Servet Turgut ji ber giraniya birînên xwe, li Nexweşxaneya Hînkariyê ya Wanê jiyana xwe ji dest dabû.

Osman Şiban jî ji nexweşxaneyê hatiye derxistin, lê rewşa wî baş nebûye û hişê wî ji ber avêtina ji helîkopterê çûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin