PeyamaKurd- Hinek kes hene di xew de diaxifin ku di tibê de, jê re dibêjin ''somnilokuy''. Ev axaftina di xewê de, ji aliyê kerkesê de bi normalî nayê qebûlkirin.
Axaftina di xew de, bo axaftvan bê zerar e. Lê kesên ku axaftvan dibihîzin, ji aliyê wan de, carna dibe ku ji wan re nexweş û giran were. Kesê di xew de diaxife, bi giştî ji 30 saniyeyan zêdetir diaxife. Lê hinek hene ku di dema xewa xwe de gelek caran bo wexteke zêdetir diaxifin. Carna axaftina di xew de baş tê fêm kirin lê carna jî weka miremirê tê fêmkirin. Axaftina di xewê de weka jiyana normal tê qebûlkirin.
Kî di xew de diaxife? Li gor lêkolînan %50 yê zarokên ku temenê wan di navbera 3 û 10an de ne, di xewê de diaxifin. Yên mezin % 5 diaxifin û jin bi nisbet zilaman bêhtir diaxifin. Her çendîn axaftina di xewê de sedema wê hêj baş nayê zanîn jî, li gor pisporan dibe ku genetîk be.
Axaftina di xew de, dibe ku her pêvajoya xewê de bibe. Sedema axaftina di xewê de; xew bi xwe ye. Lê carna, di hinek halan de, dibe ku bibe sedema xerabûna razanê an dibe ku îşaretê ber bi nexweşîneka tenduristiyê de bike.
Xewa REMê ya xewa xerabe û terora xewê, xewên xerabin û carna bo hinek mirovan dibe sedem ku di xewê de biqîrin. Di her duyan de jî li gor şiddeta xewnê dibe qêrîn û miremir tê de hebe. Axaftina di xewê de ji bilî RBD û terora xewê, ger adi xewê de an di xewê de xwarina xurekan bi xwe re nîşan dide.
Yên ku di xewa xwe de dimeşin û di xewa xwe de xwarinê dixwun, tevgerên bê zanînin ku tên kirin û dema sibehê hişyar dibin, nizane ku xwarinê xwarine.
Tiştên ku dibin sedemên axaftina di xewê de: Hinek ji dermanan, stresa hîssî, bilindbûna dereca germê di bedenê de, nexweşînên rûhî û westandina zêde hinek ji sedeman in.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin