Serokomarê berê yê Misrê Muhammed Mursî li dadgehê can da

Serokomarê berê yê Misrê Muhammed Mursî li dadgehê can da

PeyamaKurd – Serokomarê Misrê yê berê Muhammed Mursî ku bi kotedayê ji kar hatibû xistin û hatibû girtin, îro dema danişîna dadgehê jiyana xwe ji dest da.

Televizyona dewleta Misrê ragihand ku Mursî li dadgehê can daye. Mursî ji hêla siyasî ve girêdayî Îxwanê (Rêxistina Birayên Misilman’ bû û sala 2012an wekî serokomarê Misrê hatibû hilbijartin.

Piştî protestoyên sala 2013an artêşê dest danîbû ser rêveberiya siyasî û Mursî hatibû girtin ku bi sedema komplogeriyê û xirabkirina seqamgeriya Misrê tevî wî li 3 endamên Îxwanê sizayê îdamê hatibû sepandin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî wefata Mursî sersaxî xwest û ew wekî ‘Şehîd’ bi nav kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin