PeyamaKurd – Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî (WHO) Tedros Adhanom ragihand ku ti delîlek di destê wan de nîne ku cureyê nû yê coronavîrusê zêdetir dikuje û got, veguherîna vîrusa koronayê tiştekî asayî ye, lê divê tedbîr bên standin.
Tedros Adhanom diyar kir: “Bi derbasbûna demê re vîrûs xwe diguhere. Ev xwezayî ye û tê çaverêkirin. Brîtanya ragihandiye ku ev cureya nû zûtir xwe diguherîne û bilez belav dibe, lê heta niha ti belgeyek nîne ku nîşan bide cureyê nû bibe sedema nexweşiya girantir an mirinên zêdetir.”
Li aliyê din Rêveberê Beşa Awarte ya WHOyê Michael Ryan jî ragihandiye, “Vîrûs dibe hinekî bileztir be di veguhestinê de ku dikare bandoreke zêde li amaran bike di demekê de ku hejmareke zêde ya xelkê pê dikevin. Divê rê li belavbûna vîrûsê bê girtin, dibe belavbûna vîrûsê were lawazkirin, ew jî bi bikaranîna heman tedbîr û tevgerên hê zêdetir pêk tê.”
Piştî ku Wezîrê Tenduristiya Brîtanyayê Matt Hancock, du roj berê ragihandibû ku cureya nû ya koronayê li welatê wan ji kontrolê derketiye û ji sedî 70 zêdetir bilez belav dibe, gelek welatan seferên xwe yên bo Brîtanyayê rawestandin.
Li gorî daxuyaniyên pisporên pizîşkî tê gotin ku wê ev cureya nû ya vîrusê bandorê li derziyên koronayê neke.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin