PeyamaKurd – Baroya Rihayê ragihand ku di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2019an de, 378 zarokên temenê wan di navbera 12 û 16 salan de, hatine îstismarkirin û rastî tecawîzê hatine.
Li gorî amarên Baroya Rihayê tomar kirine, li Rihayê, di nav 6 mehên destpêkê yên sala 2019an de, 287 jê zarokên keç, 91 jê zarokên kur bi giştî 378 zarok rastî tecawîzê hatine û ev yek derbasî qeydên fermî bûye.
Li gorî zanyariyên baroyê derketiye holê ku 21 zarok, di encama tecawizê de ducanî bûne û zarok anîne.
Hat diyarkirin ku li gorî pisporan tecawiza li dijî zarokan li gorî salên bihurî hîn zêdetir bûye, hewldanên ji bo parastina zarokan kêm in, dozger û navendên şopandina maf û kiryarên li dijî zarokan jî piranî ji raya giştî tên veşartin.
Di rapora baroyê de tê eşkerekirin ku li Rihayê zewicandina zarokan jî berdewam e û di 6 mehên destpêkê yên sala 2019an de 72 zarok bi darê zorê hatine zewicandin.
Ev jî tenê hejmara ku tê zanîn e, lê di rastiyê de ev hejmar zêdetir e û tê gotin hejmara zarokên hatine zewicandin di nav 6 mehan de, di navbera 700 û hezarî kesan de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin