Bira û kurê parêzgarê sepandî yê Kerkûkê ji ber gendeliyê hatin girtin

Bira û kurê parêzgarê sepandî yê Kerkûkê ji ber gendeliyê hatin girtin

PeyamaKurd -  Du kesên nêzîkî parêzgarê sepandî yê Kerkûkê, Rakan Cibûrî ji ber gendeliyê hatin girtin.

Li gorî zanyariyên berdest, duhî kurek û birayekî parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî, ku di ofîsa wî de dixebitîn, hatin girtin.

Li gorî nûçeya K24ê, ew endamên malbata Rakan Cibûrî ji ber gendeliyê hatine girtin. Beriya niha parlementerê kurd li parlementoya Iraqê, Dîlan Xefûr li dadgehê û ji ber gendeliyê gilî li kur (Quteybe Cibûrî) û birayê (Ferhan Cibûrî) Rakan Cibûrî kiribû.

Îsal havînî hinek belge hatibûn bidestxistin ku nîşan didan Rakan Cibûrî bi dehan milyon dînar tenê daye xwarin û kebaban!

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin