Cara yekemîn e Îran û Îspanyayê wê bên pêsberî hev

Cara yekemîn e Îran û Îspanyayê wê bên pêsberî hev

PeyamaKurd - Di Kupaya Cihanê FIFA 2018an da a ku bi mazûvaniya Rûsyayê tê kirin da tîmên Îran û Îspanyayê di dîrokê de cara ewil wê sibê bên pêşberî hev.

Herdu tîm heta niha pêşbirkên amadehiyê jî di nav de tu caran derneketin pêşberî hevdu.

Pêşbirk wê sibê li Kazan Arenayê di saet 21.00an de dest pê bike.

– Lîder Îran

Di koma Byê pêşbirka ewil de Îranê 1-0 tîma Fasê têk biribû.

Di encamên pêşbirkên ewil de Îran di rêza ewil de cih girtibû.

Îspanya jî di pêşbirka ewil de li hemberî Portekîzê 3-3 beranberî hevdu mabû û puanek bi dest xistibû.

– Îran cara 5emîn e beşdarî Kupaya Cihanê dibe

Îran cara 5emîn e beşdarî Kupaya Cihanê dibe û di 13 pêşbirkan de 2 caran bi ser ket, 3 caran beranberî hevdu ma, 8 caran jî têk çû.

Di van pêşbirkan de 8 gol avêt, 22 gol xwar.

– Îspanya cara 15emîn e beşdarî Kupaya Cihanê dibe

Îspanya cara 15emîn e beşdarî Kupaya Cihanê dibe û heta niha derkete 60 pêşbirkan.

Di van pêşbirkan de 29 caran bi ser ket, 13 caran beranberî hevdu ma, 18 caran jî têk çû.

Tîma Îspanyayê di 60 pêşbirkan de 95 gol avêt, 69 gol xwar.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin