PeyamaKurd- 745 emîn salvegera wefata Mewlana Celaleddînê Rûmî li bajarê Tirkiyê, li Konyayê tê pêkanîn. Merasim wê ji aliyê şaredariya bajarê Konyayê de, li navenda spor û kongreyê ya şaredariyê bên kirin.
Li ser eslê Mewlana gelek niqaş tên kirin ku hene dibêjin Fars e, Kurd e an Tirk e. Lê Mewlana bi xwe alim û mutesewifekî bi nav û denge. Faqiyê ber destê Şemsî Tebrîziye.
Şeva ku Mewlana tê de wefat kiriye jê re dibêjin Şebî Arûs an ku şeva dawetê. Li gor ehlê tesewufê, dema kesekî evîndarê xweda wefat dike, ew êdî diçe ber evîndarê xwe an ku ber dilovaniya Xwedê. Lewra ye şeva wefata Mewlana bi navê Şebî Arsûs tê navandin.
Ev merasima Mewlana her sal bi nîzamî li bajarê Konyayê tê kirin bo ku gora Mewlana li bajarê Konya ye. Merasim heya 17 ê vê mehê wê dewam bike. Ne tenha ji Tirkiyê lê ji gelek deverên dinyayê xelk tê bo tevlîbûna ahengên bo Mewlana Celaleddînê Rûmî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin