ZANIST | Cara ewil dîmenê reskûneke gewre hat tomarkirin

ZANIST | Cara ewil dîmenê reskûneke gewre hat tomarkirin

PeyamaKurd – Zanyaran bo cara ewil, bi awayekî rasterast dîmenê ‘reşkûn’ekê gewre tomar kirin.

Cara ewil fotografê ‘reşkûn’ekê (black hole) a ku 500 hezar katrilyon (500 kentilyon) KM. dûrî dinyayê ye, hat tomarkirin. Ji bo girtina dîmenan 8 teleskopên cuda cuda hatin bikaranîn.

‘50 MILYON SALERONAHÎ DÛRÎ DINYAYÊ YE’

Li gorî zanyariyên BBCyê, kûnreş ji aliyê teleskopa Weqfa Zanistî ya Navnetewî ya Amerîkayê ve hate tomarkirin. Kûnreş ji 50 milyon saleronahî (light yerar) dûrî dinyayê ye.

Zanyaran cara ewil fotografên kûna reş a ku li navenda galaksiyeke dûr e û xwedî girseyeke super e girt.

Kûnareş a ku çapa wê 40 milyar kîlometre ye û sê qetan ji dinyayê mezintir e ji aliyê zanyran ve weke ‘cinawir’ tê binavkirin. Hûrgiliyên fotografî di kovara The Astrophysical Journal Letters de hatin belavkirin.

‘CINAWIREKÎ BÊHEMPA YÊ GERDÛNÊ’

Pêşniyara girtina reşkûnê ji aliyê Profesorê holendî yê bi navê Heino Falcke ve hatibû kirin. Fackle diyar kir ku ev reşkûn li galaksiyê M87 a koma galaksiyan a Virgo de cih digire. Fackle ev kûnreş weke ‘cinawirekî bêhempa yê gerdûnê’ bi nav kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin