Herêma Kurdistanê bi fermî bû endama WMFê û Alaya Rengîn di qadên cîhanî de hat nasîn

Herêma Kurdistanê bi fermî bû endama WMFê û Alaya Rengîn di qadên cîhanî de hat nasîn

PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Werzişê ya Kurdistanê mizgîniyeke mezin da gelê Kurd û ragihand ku Herêma Kurdistanê bi fermî bûye endama Federasyona Navneteweyî ya Minifutbolê (WMF).

Ev biryara dîrokî tê wê wateyê ku ji îro pê ve, tîma nîştimanî ya Kurdistanê dê di hemû pêşbirk û şampiyonayên cîhanî de bi navê "Kurdistan"ê û di bin sîwana pîroz a Alaya Rengîn de beşdar bibe.

Ev gav wekî serkeftineke mezin a dîplomasiya werzişî tê dîtin ku rê li ber ciwanên Kurd vedike da ku di qada navdewletî de nûnertiya nasnameya xwe bikin.

Bingeha vê serkeftinê vedigere meha Îlona sala borî, dema ku "Kûpa Cîhanî ya Minifutbola Jinan" bi çavdêriya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê li Hewlêra paytext hat lidarxistin.

Serkeftina Kurdistanê di mêvandariya vê şampiyonaya cîhanî de, ku tê de tîma Misrê di fînalê de li Brezîlyayê biribû, bala Federasyona Navdewletî kişand ser jêhatîbûn û amadekariyên herêmê.

Serokê Federasyona Navdewletî, Mihemed Doserî, di merasîma fînalê de tekez kiribû ku aramî û ewlehiya mînak a li Kurdistanê bûye sedema sereke ku wan Hewlêr wekî navenda werzişa cîhanî hilbijartiye.

Bi vê endamtiya fermî, Kurdistan êdî xwedî pêgeheke mîna welatên serbixwe ye di qada minifutbolê de. Ev destkeftî ne tenê di warê werzişê de, lê di warê naskirina navneteweyî ya Herêma Kurdistanê de jî gaveke stratejîk e.

Ji niha û pê ve, werzişvanên Kurd dê bi serbilindî li bin Alaya Rengîn li dijî tîmên herî bi hêz ên cîhanê derkevin qadan û nûnertiya îrade û serkeftina gelê xwe bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin