Kûpaya Cîhanê 2018 – Belçîkayê bi encama 5-2 Tunis têk bir

Kûpaya Cîhanê 2018 – Belçîkayê bi encama 5-2 Tunis têk bir

PeyamaKurd - Di Kûpaya Cîhanê ya Rûsya 2018ê de, tîma Belçîkayê li hember Tunisê bi 5-2 serkeft û gihiştina qonaxa pêş misoger kir. Tîma Tunisê jî malavayî li mondiyalê kir.

Di Koma G ya Kûpaya Cîhanê de herdu tîmên welatê Belçîka û Tunisê li yarîgeha Spartakê hatine hemberî hev.

“Şeytanên Sor” di xuleka 5ê de bi penaltiya Eden Hazard encam kirin 1-0. Di xuleka 16ê de vê carê Mertens asîst kir û Lukaku encam gihande 2-0.

Di xuleka 18ê de bi navê Tunisê yarîzan Khazrî asît kir û Bronngolek tomar kir û encam bû 2-1.

Di xuleka 45+3ê de careke din golkarê belçîkî Lukaku derkete ser dikê û encam bû 3-1.

Di beşa duyemîn a leyîzê de Belçîka bi gola Eden Hazard encam gihande 4-1ê. Gola dawîn a Belîkayê jî Batshuayi avêt û encam bû 5-1.

Gola Tunisê ya duyemîn jî Khazrî tomar kir û yarî bi 5-2 bidawî bû.

Bi van encaman Belçîka xalên xwe gihande 6an û derkete qonaxa pêş. Tunisê jî xatir ji kûpayê xwest.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin