Messi bo 3 mehan ji futbolê hat dûrxistin

Messi bo 3 mehan ji futbolê hat dûrxistin

PeyamaKurd – Futbolîstê navdar Lionel Messi yê ku ji bo Copa Amerîka (Şampiyoniya Gutbolê ya başurê Amerîkayê) gotibû ‘ev şampiyonî ji bo Brezîlya qezenc bike hatiye dîzaynkirin’ bo 3 mehan ji futbolê hat dûrxistin û 50 hezar dolar cizayê pereyan lê hat birîn.

Futbolîstê navdar yê Barcelonayê Lionel Messi ku di Copa Amerîka de formayê welatê xwe Arjantînê li xwe dikir, derbarê şampiyoniyê de amaje kiribû ku di şampiyoniyê de gendelî heye. Ji ber vê daxuyaniyê, Messî bo 3 mehan ji futbolê hat dûrxistin.

Li gorî vê biryarê di yariyên navdewletî de Messi heya 3 mehan dê nikaribe formayê Arjantînê li xwe bike.

Federasyona Futbolê ya Başurê Amerîkayê CONMEBOL) jî derbarê mijarê de diyar kir ku ev rexne bêbingeh in û nayên qebûlkirin.

Hêjayî gotinê ye ku heta 7 rojan Messî dê bikaribe îtîrazî biryarê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin