PeyamaKurd- Li Xurmatuyê 5 Kurd ji aliyê grûbeka çekdar ve hatin revandin. Li gor ragihandina berpirsê PDKê yê Xurmatuyê Erselan Eli; do êvarê hinek kesên ku cilên leşker li xwe kirine û avêtine ser maleka li gundê Xurmatûyê. Di malê de 5 kes hebûne û ji aliyê grûba çekdar ve hatine revandin.
Herêm di destê Haşdî Şabî de ye û kesên ku Kurdan revandine têkilî bi malbatê re danîne û bo berdana wan ji malbatê pere xwestine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin