UEFAyê 3 namzedên 'Futbolîzê Salê' eskere kir

UEFAyê 3 namzedên 'Futbolîzê Salê' eskere kir

PeyamaKurd – Federasyona Futbolê ya Ewropayê (UEFA), namzedên futbolîzên herî baş ên sala 201-2022yan eşkere kir.

UEFAyê ji bo xelata sezona 2021-2022yan a wek namzedên “Futbolîzê Salê yê Ewropayê’ navên; Karim Benzema, Thibaut Courtois û Kevin De Bruyne destnîşan kir.

Di dengdana namzedên futbolîzê salê ya UEFAyê de, rahênerên tîmên Lîga Şampiyonan a Ewropayê, Lîga Konferans a Ewropayê û hejmarek rojnamevanên werzişê yên welatên cuda hatin hilbijartin.

Di lîsteya 3 kesan de, Golvanên Real Madridê Karim Benzema, Kelehvanê Real Madridê Thibaut Courtois û futbolîzê stêrk ê Manchester City Kevin De Bruyne cî girtin ku wê di 25ê Tebaxê de yek ji wan xelata ‘Futbolîzê Salê yê Ewropayê’ bistîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin