Xwepêsandanên Iraqê ji cihê mayî berdewam in

Xwepêsandanên Iraqê ji cihê mayî berdewam in

PeyamaKurd - Li dijî nebûna xizmetgûzariyên av, elektrîk û derfetên kar, xwepêşandanên Iraqê careke din destpê kirin.

Hat ragihandin, ku li meydana Tehrîr a Bexdayê, bi sedan welatî kombûn û xwepêşandan kirin. Beşek ji xwepêşanderan ji Kurdistan 24 re ragihandin, hikûmet daxwazên wan bicîh nekirin e, jiber wê yekê jî, xwepêşandanên wan berdewam dibin.

Herweha li gelek deverên din li Iraqê xwepêşandan bi egerên xizmetguzarî, av, elektrîk û dijî gendeliyê pêkhatin.

Ev nêzîkî mehek e li Iraqê, bi taybetî deverûn Şîenişîn xwepêşandan hemberî siyasetên hukimeta Iraqê birêve diçin û hîn jî berdewam in…

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin