Cafer Êmînkî: Pir girîng e hevpeymaniya PDK û YNKê dubare bibe

Cafer Êmînkî: Pir girîng e hevpeymaniya PDK û YNKê dubare bibe

PeyamaKurd Berpirsê Pêwendiyên Giştî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dibêje, civîna di navbera PDK û YNKê de gelekî girîng bû. Herwiha got: “Derza di navbera YNK û PDKê de, ziyan gihandiye Herêma Kurdistanê.”

Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê PDKê Cafer Êmînkî ji K24ê re daye zanîn, civînên YNK û PDKê dê berdewam bin û hevahengiya di navbera PDK û YNKê de gelekî girîng e.

Cafer Êmînkî eşkere kiriye: PDKê gelekî hewl daye rê li ber jihevdûrketina li Herêma Kurdistanê bigire. Derza di navbera YNKê û PDKê de ziyan gihandiye Herêma Kurdistanê û pir girîng e ku hevpeymaniya PDK û YNKê dubare bibe.

Cafer Êmînkî tekez kiriye: “Em di hevahengî û hevkariya di navbera hêzên siyasî de, xwedî ezmûneke serkeftî ne.”

Derbarê pirsa encamdana hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de jî gotiye: “Me qonaxeke baş ji danûstandinên bi YNKê re derbas kiriye û hewl didin ku derbarê encamdana hilbijartinan lihev bikin. Pêvajoya demokratîk divê ji nû ve were vejandin, ev yek wê bi hilbijartinan pêk were.”

Di berdewmiyê de eşkere kiriye: “Em di wê baweriyê de ne ku Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê dikare du hilbijartinan bi hev re pêk bîne, gotûbêj hene ku hilbijartinên Kurdistanê û yên encûmenên parêzgehan bi hev re bên lidarxistin.”

Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê PDKê destnîşan kiriye, “Hilbijartin di berjewendiya Herêma Kurdistanê de ye, ne partiyan. Em paşde naçin, em li paşerojê dinêrin.”

Herwiha Cafer Êmînkî derbarê hilbijartinên encûmena parêzgehan de jî gotiye: Li navçeyên Kurdistanê lîsteyek me ya hevbeş nîne, lê giring e lîsteya hevbeş hebe. Pêwîst e jî berî lîsta hevbeş, peymaneke niştimanî îmza bikin û gotiye, : “Me daxwaz kiriye ku lîsteyek hevbeş li navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanî hebe.”

Cafer Êmînkî herî dawî ragihandiye: “PDKê ti carî bawerî bi piranî û kêmaniyê neaniye û bi kar jî neaniye. Bihnfirefiya PDKê rê li ber gelek pirsgirêkên mezin girtiye û her tim di peyama xwe de rastgo bûye û jidil baweriya wê bi hevkariyê heye.”

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin