HPGê teqîna li Semzînanê girte ser xwe!

HPGê teqîna li Semzînanê girte ser xwe!

PeyamaKurd – Hêzên Parastina Gel (HPG)  ragihand, ku li Şirnex û Colemêrgê êrîş birine ser 6 baregehên  eskerî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê li ser mijarê daxuyaniyek da, di daxuyaniyê de tê ragihandin: Hêzên me, êvara 9ê Mijdarê û sibeha 10ê Mijdarê saet 9an li dijî 6 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk û Walîtiya Şirnexê çalakî pêk anîn. Di vê çarçoveyê de li dijî Girê Silor ê navçeya Bêsosinê (Ortaklar Koyu Sungu Tepesi) ya li Şemzînanê, çalakî pêk anîne.

Herwiha di daxuyaniyê de tê îdîa kirin: “Gelek kuştiyên dijmin çêbûn. Lê belê mîna her carê dewleta Tirk a faşîst hejmara kuştiyên xwe yên van çalakiyan veşartiye. Tenê nekariye kuştiyên xwe yên bûyera li Girê Silor ê Bêsosinê veşêre. Û neçar ma ku qebûl bike 7 kuştî û 25 birîndarên wan hene.”

 

Parêzgeriya Colemêrgê bi du daxuyaniyên cuda du sedem nîşan dabû. Di daxuyaniya ewi de ragihandibû, ku di dema barkirina guleyên topê de guleya biarîze teqiyaye. Di daxuyaniya duyem de hatibû ragihandin ku teqîn li depoya cebilxaneyê qewimiye.  

Paşî Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku Li parêzgeha Colemêrgê gundê Ortaklar yê ser bi navçeya Şemzînanê li qereqola di bin sîbera baregeha Girê Sulguyê de di encama teqînê de 7 esker mirine û 25 jê jî birîndar bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin