PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel endamên firakisyona PDKê di Perlamana Iraqê de, civînek lidar xist û ji Parlamenterên PDKê re got, pêwîst e karê we yê herî pêşîn li Bexdayê mafên gelê Kurdistanê be.
Di civînê de Nêçîrvan Barzanî giringiya hebûna hêza Kurdan, herwiha pêwîstiya hêza PDKê li Bexdayê tekez kir û derbarê vê de, piştevaniya serkirdatiya PDKê ji wan endaman re nîşan da.
Herwiha tekez jî kir, ku divê endamên firakisyona PDKê li Bexdayê, bi tundî berevaniyê di ber mafên destûrî û rewa yên gelê Kurdistanê de bikin.
Nêçîrvan Barzanî ji wan endaman xwest ku, serfiraziyê bi wê yekê bikin ku ew nûnerên partiyekê ne, ku li ser asta Iraqê xwediya pirtirîn kursiyên Perlemanî ne di Perlemana Iraqê de.
Herwiha Nêçîrvan Barzanî ji firakisyona PDKê re nîşan da, ku ew di pêwendiyeke baş de bin û bibin sedema nêzîkkirina aliyên Kurdistanî bi awayekî giştî û pêwendiyeke baş li gel hemû aliyên Iraqî bi hemû pêkhateyên netewî û olî ava bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin