PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Ehmedê Dirihî îro danê sibehê li mala xwe ya Amedê koça dawiyê kiriye û cenazeyê wî bo Çewlikê hatiye veguhestin û li gundê Çikaniyê bi axê hatiye spartin. Dirihî demeke dirêj e ji ber nexweşiya giran li Nexweşxaneya Amedê tedawî dibû.
‘FERHENGA NAVÊN NEBATAN A KURDÎ AMADE KIRIYE’
Ehmedê Dirihî (bi navê xwe yê fermî Ahmet Kasimoglu) li gundê Çilkanîyê yê Çewlikê hatiye û li zankoya beşa endezyariyê xwendiye. Pisporiya wî li ser nebatên Kurdistanê ye. 14 salan li ser Ferhenga Navên Nebatan a Kurdî amade û çap kiriye.
Niviskar lêkolîner û siyasetmdarê kurd Ehmedê Dirihî(Kasimoglu) vê sibehê wefat kiriye. Xwedê bi rehma xwe şad bike. Pirr xemgîn im. Mamê Ehmed keda te li ser me pirr e. Xwedayê dilovan te bi rehma xwe şad bike û sebrê bide me hemûya... pic.twitter.com/2paRKMcTuO
— Mehmed Salih Bedirxan (@BedirxanSalih) 13 Mayıs 2019
Ehmed Dirihî, zêdetir 20 salan di nava Koma Wateyê da cî girtiye û li ser standartkirina kurdiya dimilkî/kirmanckî xebat meşandine.
DI PDKya BAKUR DE SIYASET DIKIR
Herwiha Ehmedê Dirhî yek ji serkirdeyên Platforma Demokratên Bakurê Kurdistanê (PDK-Bakur) bû û bi salan di nava siyasetê da bû.
kokimê ziwan û welatê ma, kekê mi Ehmed Dirihî, şî rehmet.
— Selim Temo (@temoselim) 13 Mayıs 2019
wa serê miletê ma weş bo... pic.twitter.com/82IyxHJpMk
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin