PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, îro 10ê Mijdarê di 35emîn roja şerê Îsraîl-Hemasê yê Xezeyê de, ragihand ku ti niyeteke wan a birêvebirina Xezeyê tune ye.
Netanyahû ji televizyona Fox News a Amerîkî re axivî û got: "Em hewl nadin Xezeyê feth bikin. Em Xezeyê dagir nakin û hewl nadin rêveberiya Xezeyê bixin kontrola xwe.”
Serokwezîrê Îsraîlê di vê dema ku êrîşên bejahî yên artêşa Îsraîlê li nav Xezeyê dewam dikin de diyar kir ku ji bo bidawîanîna kontrola Hemasê li Xezeyê pêdiviya wan bi hêzeke pêbawer heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin