PeyamaKurd – Li nêzîkî bajaroka Humpty Doo ya 35 kîlometran dûrî paytexta Herêma Bakurê Awistralyayê Darwinê, li ser otorêya Arnhem marekî bi sê çavan hat dîtin.
Komisyona Parastina Ajalên Kovî û Parkên Ajalan a Herêma Bakurê Awistralyayê (NTPWC) wêneyên marê sê çavî yê hatiye dîtin li ser medya civakî parve kir.
Marê bi navê Monty Python ku 3 mehî bûye dema hatiye dîtin, li gorî daxuyaniya NTPWCyê hefteya borî miriye.

Karbidestên awistralî diyar kirin ku ew mar di meha adarê de hatiye dîtin û cendekî wî marî jî niha li Saziya Lêkolînên Zanistî û Endustrî Commonwealth a bajarê Darwinê tê parastin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin