PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Hêzên Asmanî yên Tirkiyê ji tetbîqata leşkerî ya bi navê ‘Tiger Meet’ ku biryare li Yûnanistanê were lidarxistin vekişiyan.
Li gorî zanyariyan Tirkiyê rahênana ‘Tiger Meet’ a NATOyê ku her sal li welatekî tê lidarxistin û îsal jî 9ê Gulana 2022yan li Yunanistanê birêve diçe, boykot kir.
Wekî sedema vekişîna ji tetbîqata NATOyê jî hebûna hin mijarên dijî Tirkiyê di belgeya tetbîqatê de hatiye nîşandan.
Hêjayî gotinê ye, çend roj berê jî Serokwezîrê Yunanistanê Kiryakos Miçotakis ji ber sedema binpêkirinên hêzên asmanî yên Tirkiyê li ser qada wan bang li Tirkiyê kiribû ku dawî li wan binpêkirinan bînin û notaya protestoyê bo balyozê Tirkiyê hatibû dayîn.
Herwiha Miçotakis gotibû, di demeke ji ber êrîşên Rûsya yên ser Ukrayna pêwîstiya NATOyê bi hevkariya zêdetir heye de, helwesta Tirkiyê zirarê dide ewlehiya Ewropayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin