PeyamaKurd- Metranê Ermeniyên Tirkiyê Mesrob Mutafyan li nexweşxaneya Yedikule ya Surp Pirgîçê ya Ermenîyan tedawî dibû û di 62 saliya xwe de wefat kir. Ragihandina koça Pirgîç ji aliyê serokê Weqfa Yekîtiya Ermenan û hem serokê Nexweşxaneya Ermenan Bedros Şîrînoğlu de hat kirin.
Mutafyan, demeke dirêje ku li nexweşxaneyê tedawî didît. Şîrînoğlu got; bo rakirina cenaze, wê hûrahiya merasimê paşî bê ragihandin û sersaxî bo cemaeta Ermenan xwest.
Mesrob Mutafyan di sala 1956an de li Îstenbolê hatiye dinyayê, li Amerîkayê li Zankoya Memphisê beşa civaknasî û felsefê xwendiye. Bi zimanên Tirkî, Îngîlîzî, Ermenî, Îbranî, Îtalyanî û Fransizî zanibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin