PeyamaKurd- Wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Berat Albayrak ragihand ku wê Tirkiye û Çîn bi hevre tesîsa madena borê heynin.
Merasima avakirina tesîsê îro hat kirin û Albayrak got ku di enerjiyê de pêngaveka nû davêjin û weha dewam kir:
“ Em bo bernameyeka dîrokî li vê derê ne. Me di warê enerjiyê de, di 2.5 ê dawiyê de pêngavên girîng avêtiye. Şîrketa me Eti Maden û şîrketa Çînê Dalian Jinma, bi hevre li bajarê Balikesîrê tesîsa bor karburê datînin. Hedefa me ew e ku em Tirkiyê di herêmê û dinyayê de, di warê teknolojiya maden û enerjiyê de bikin nawendeka girîng.”
Albayrak di dewama axaftina xwe de got ku:
“Bor karbur, di dinyayê de piştî almastê elementa herî sert û berxwedêre. Di sanayiya bergiriyê de wê Tirkiyê bibe dinyayeka dinê. Wê bor di sanayiya parastinê de bike ku malên Tirkiyê yên hilberînê zêde bibin. Carna mirov pere jî dide lê nikare mal bistîne. Bor, di dinyayê de herî zêde li Tirkiyê heye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin