"Planeke min tune ku bi Rûhanî ra rûnêm"

"Planeke min tune ku bi Rûhanî ra rûnêm"

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku planeke wî ye wisa tuneye ku bi Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî ra rûnê.

Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê ev hevok parve kir, "Digel daxwaziyan, planeke min tuneye ku bi Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ra hevdîtinê bikim. Dibe ku roj hebe ev yek bibe. Ez bawer im teqez mirovekî xwînşêrîn e!"

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo diyar kiribû ku Trump dixwaze di zîrweya Lijneya Giştî ya 73emîn a NYyê da bi Rûhanî ra hevdîtinekê bike.

Pompeo di bernameyeke qanala Amerîkayî NBC da gotibû, "Ji bo Serok Trump ciyê kêfxweşiyê ye ku herwext bi yekî ra rûnê û di vê mijarê da heta mirov bêje, erênî ye." lêbelê di heman demê da jî ew yek îdia kiribû ku divê teleba hevdîtinê ji Rûhanî were.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin