Vladimîr Pûtîn: Xetere her roj mezintir dibû

Vladimîr Pûtîn: Xetere her roj mezintir dibû

PeyamaKurd-Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, di dêrindêza leşkerî ya 9ê Gulanê, Cejina Serkeftinê de axivî. Pûtîn axaftina xwe de şerê li dijî Ukraynayê jî nirxand. Vladimîr Pûtîn got ku biryara şer, biryara yekane ya rast û di cih de bû ku pêk hatiye.

Di dêrindêza leşkerî ya 9ê Gulanê, Cejina Serkeftinê de ku salvegera 77an tê pîrozkirin; Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, axaftina ku bala raya giştî ya cîhanê li ser bû, kir. Pûtîn got “Di Berfanbara sala par de me pêşniyazên lihevkirina li ser ewlehî û saxlemiyan kirin. Rûsyayê bang li Rojava kir ku çareseriyên dilsoz, maqûl û çêker bibînin, li berjewendiyên hev û din baldar bin, lê hemû berhewa çû. Welatên NATOyê nexwestin dengê me bibihîzin.”

Pûtîn bi berdewamî got “ Nebihîstina NATOyê, nîşan da ku planên wan ên cuda hene. Me ev yek dît. Kirim jî di nav de ji bo ku axên me dagir bikin, li Donbasê amadekariyên operasyonê dikirin. Xetere her roja ku diçû, zêdetir û mezintir dibû. Rûsyayê bertek nîşanî êrîşkariyê da. Ev biryar, biryareke ji neçarî, di cih de û di demê de bû ku hat dayîn. Ev biryar, biryara welatekî bihêz û serbixwe ye.”

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, leşker û serbazên ku di şer de hatine kuştin, wekî wendahiyên ku cihên wan nayên tijîkirin pênase kir û da zanîn ku wî, ji bo malbatên kuştî û birîndarên şer, biryara piştgiriyê destnîşan kiriye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin