PeyamaKurd- Di navbera hêzên hukumeta Lîbyayê ya lihevkirî û hêzên general Xelîfe Hafter de li dora balafirgeha Trablûsê ji nûh de şer derket. Berdevkê operasyona hukumetê Mustafa El Meceî ragihand ku piştî 2 rojan car din li dora balafirgeha Trablûsê şer derketiye.
Meceî got ku hêzên hukumetê dixwaze Kasr Bîn Xesrê bixe destê xwe û di vê sehayê de pêşdeçûn heye. Hem hêzên dewletê li başûrê Trablûsê li Garyan û Tarhûnayê li dijî hêzên Xelîfe ku li wan deran bicîh bûne, şer dane destpêkirin.
WHO ragihand ku li dora Trablûsê ev mehek zêde ye şer dewam dike û jimara kuştiyan gihaye 443 kesî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin