Rêveberiya Esed û HSDê li ser mijarekê li hev kirin

Rêveberiya Esed û HSDê li ser mijarekê li hev kirin

PeyamaKurd – Wezareta Elektrîkê ya Sûriyê ragihand ku sentrala elektrîkê ya Bendava Tebqayê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye, bi saziya giştî ya elektrîka Sûriyê ve hatiye girêdan.

Beriya niha sentralên elektrîkê yên bendava Tebqayê girêdayî Rêveberiya Xweser a Rojava bûn. Piştî 6 salan ew sentralên elektrîkê yên ser Çemê Firatê bi rêveberiya giştî ya Sûriyê ve hatin girêdan.

Li gorî rêkeftina navbera herdu aliyan dê 200 megawat elektrîka ku ji Bendava Tebqayê tê hilberandin bo hikûmeta Sûriyê bê dayîn.

Bendava Tebqayê di demjimêrekê de 880 megawat hilberîna elektrîkê dike ku piştî 200 megawat jê bê derxistin, dê elektrîka Rojava bê kêmkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin